Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Metran Reban mirovekî niştimanperwer bû

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pirsnameyek ji bo koça dawî ya Metran Reban El-Qes araste kir û ragihand, mirovekî niştimanperwer û dakokîkarekî bihêz ê Kurdistanê bû.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pirsnameyek ji bo koça dawî ya Metran Reban El-Qes araste kir û ragihand, mirovekî niştimanperwer û dakokîkarekî bihêz ê Kurdistanê û bi taybetî kultûra pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda yên Kurdistanê bû.

Roja Duşemê 28ê Tebaxa 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pirsnameyekê de destnîşan kir: “Bi mixabiniyê ve min nûçeya koça dawî ya kesayetiyê naskirî yê Kurdistanê û Metranê Dêra Kildanî, Metran Reban El-Qes bihîst.”

Di pirsnameyê de hat destnîşankirin: “Xwedêjêrazî Metran Reban El-Qes, mirovekî niştimanperwer û dakokîkarekî bihêz ê Kurdistanê û bi taybetî kultûra pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda yên Kurdistanê bû.”

Kesayetiyê navdar ê Kirîstiyanan û metranê berê yê Dêra Kildanî ya Duhokê Metran Reban El-Qes îro 28ê Tebaxa 2023an, di temenê 74 saliyê de li nexweşxaneya Azadî ya Duhokê koça dawî kir.,

Metran Reban El-Qes ji gundê Kanî yê qezaya Amediyê bû. Cenazeyê wî sibe sêşemî 29.08.2023an dê bi merasîmekê li gundê xwe bi xakê bê spartin.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Bi mixabiniyê ve min nûçeya koça dawî ya kesayetiyê naskirî yê Kurdistanê û Metranê Dêra Kildanî, Metran Reban El-Qes bihîst.

Xwedêjêrazî Metran Reban El-Qes, mirovekî niştimanperwer û dakokîkarekî bihêz ê Kurdistanê û bi taybetî kultûra pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda yên Kurdistanê bû.

Ez sersaxiyê arasteyî Patriyarkê Dêra Kildanî Mar Luîs Sako û xwişk û birayên Kildan û hemû Kirîstiyanên Kurdistanê û malbata cenabê wî dikim û hevxemê wan im.

Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û aramî û dilnewayiyê li hemûyan bibexşîne.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê