Opozîsyona Sûriyê piştgiriyê dide xwepêşandana li Suweydayê

Opozîsyona Sûriyê ku navenda wê li Stenbolê ye, piştgiriya xwe bo xwepêşandana li Suweyda ya Sûriyê radigihîne û ew di wê baweriyê de ne xwepêşandanên tên kirin ji aliyê aborî zêdetir siyasî ye.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Opozîsyona Sûriyê ku navenda wê li Stenbolê ye, piştgiriya xwe bo xwepêşandana li Suweyda ya Sûriyê radigihîne û ew di wê baweriyê de ne xwepêşandanên tên kirin ji aliyê aborî zêdetir siyasî ye û bi van xwepêşadanan peyamên siyasî tên dayîn bo rûxandina desthilata Beşar Esed û welatên piştgiriya Esed dikin.

Li bajarê Suweyda yê Sûriyê ku wek keleha kêmîneya Durizî yê li vî welatî tê zanîn û di krîza 12 salî a Sûriyê de dûrî ji şer û pevçûnan mabû îro li meydan û kolanên bajêr ji ber rewşa xerab a aborî dengên nerazîbûnê bilind dibin, li dijî hikûmeta Sûriyê ev çend roj in xwepêşandan tên kirin.

Sekreterê Desteya Siyasî ya Opozîsyona Sûrî Abdulmecid Berekat amaje kir ew wek opozîsyon piştgiriya daxwazên xwepêşanderan û çalakiya wan dikin.

Ji aliyê Hikûmeta Sûriyeyê çend kesên fermî ligel serkirdeyên Duriziyan hevdîtin pêk anîn da ku dawî li xwepêşandanan bînin, lê ev daxwaz ji hêla Durîziyan ve hat redkirin.

Eymen Elasimî Endamê Hevbendiya Niştîmanî ya Sûrî balê dikşîne ser aliyê siyasî yê xwepêşandanan û li gor wî kesên beşdarî xwepêşandanan dibin peyamên siyasî didin Beşar Esed û welatên ku piştgiriya Esed dikin.

Endamê Hevbendiya Niştîmanî ya Sûrî Eymen Elasimî ji K24ê re diyar kir: “Her çiqas sedema xwepêşandanan wek krîza aborî bê nîşandan jî lê bi ya min xwepêşandanên tên kirin bo rûxandina desthilata li Sûrî ya Beşar Esed e. Ev peyameke siyasî ye bo welatên din ên derve jî ku piştgiriya Beşar Esed dikin. Çimkî kêmîne û pêkhateyên li Sûrî Kurd, Tirkmen û beşeke zêde Ereb ji ber fişara desthilata Esed dinalin. Ev xwepêşandan bi dawî nabin, bo demeke dirêj berdewam dike.”

Tê amajekirin li çend navçeyên din ên Sûriyeyê jî xwepêşandan tên kirin heta niha herî kêm 60 kes hatine girtin.