Dadgeha Munichê bi tometa kuştina zarokeke Êzidî cezayê zindanê bi ser jineke Almanî de sepand

Rojnameyeke Brîtanî diyar dike, Dadgeha Munichê bi tometa kuştina zarokeke Êzidî biryara zindanîkirina nêzîkî 15 salan bi ser jineke Almanî de sepandiye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameyeke Brîtanî diyar dike, Dadgeha Munichê bi tometa kuştina zarokeke Êzidî biryara zindanîkirina nêzîkî 15 salan bi ser jineke Almanî de sepandiye.

Îro Sêşemê 29ê Tebaxa 2023an, rojnamey Daily Mail ya Brîtanî ragihandiye, Dadgeha Munichê biryara zindanîkirina 14 salan bi ser jineke Almanî de sepandiye, ku piştî pêwendîkirina bi rêxistina DAIŞê, zarokeke Êzidî ya pênc salî kuştiye.

Rojnameya Daily Mail eşkere kiriye, Jennifer Wenisch, ew jina Almanî ku bi kuştina zaroka Êzidî tometbar e, pêştir piştî pêwendîkirina bi rêxistina DAIŞê, di rêzên "Polîsê Exlaqê" yên ser bi wê rêxistinê xebitiye.

Ew rojnameya Brîtanî bal kişandiye ser wê yekê ku Jennifer Wenisch û hevjînê wê, ku di rêzên DAIŞê de şer dikir, ew zaroka Êzidî wek "kole" girtine, da ku di mala wan de kar bike, lê belê di encama serederiya xirab û tîbûn û girêdana li ber tîrêjên tavê de, zarokê canê xwe ji dest daye.

Dadgeha Munichê bal kişandiye ser wê yekê ku Jennifer Wenisch bi demançeyê gefê li dayîka zaroka Êzidî xwariye ku eger ji bo zaroka xwe bigrî, ew ê wê bikuje.

Piştî ku di meha Adara borî de Dadgeha Federal a Almanyayê ferman da ku dosyeya darizandina jineke Almanî ku bi navê Jennifer W. hatiye nasandin û 32 salî ye, careke din darizîne ku di 25ê Cotmeha 2021ê de bi 10 salan zindanîkirinê hatibû sizadan û Dadgeha Federal a Almanyayê diyar dike, tawanên vê jina Almanî li gor yasayên welat, cezayên zêdetir divê.

Li gor fermana Dadgeha Federal a Almanyayê, ew jina Almanî bi mirina zarokeke Êzidî ya pênc salî tometbar e ku hevjînê wê yê endamê DAIŞê, li hewşa mala xwe ew zarok bi zincîrê girê daye û zarokê canê xwe ji dest daye û wê jî ti rêgirî lê nekiriye.

Ajansa nûçeyan a Almanî DPA ragihandibû, parêzerê jina Almanî li Dadgeha Munichê nameyeke muwekîla xwe xwendiye û poşmanbûna xwe ji wê bûyerê nîşan daye û li xwe mikur hatiye ku ew jî berpirsyar bûye di mirina wê keça Êzidî de, herwiha gotiye, sizayê ku heq kiriye wergirtiye, wek amajeyek ji bo nerazîbûna li hember dubare darizandina xwe.

Roja Çarşemê 19ê Tîrmeha 2023an, proseya darizandina wê jina Almanî li Munichê dest pê kiriye, ku wisa biryar bû, heşt rûniştinên dadgehê werin encamdan û di dawiya meha Tebaxê de biryara nû ya sizadanê jê re derbiçe.