Ji ber nebûna zimanê Kurdî di xizmetên tendirustiyê de welatî bertek nîşan didin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di saxlamiyê de nebûna xizmetên bi Kurdî, piştî ku bi 5 zimanên biyanî xizmet li ser pergala Xizmetên Saxlemiya Tirkiyê hat zêdekirin û ragihandin; careke din bû rojeva serekî.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Piştî ku Wezîrê Wezareta Saxlamiyê ya Tirkiyê Fahrattîn Koca di 27ê Tebaxê de ragihandibû ku wan 5 ziman li ser pergala xizmetên tenduristiyê zêde kiriye û dê li gel Tirkî bi 5 zimanê din: Fransizî, Îngilîzî, Almanî, Rûsî û Erebî jî welatî bikarin reçeteyên xwe bibînin; bertek û nerazîbûnên ku bi Kurdî xizmeta tenduristî ango saxlemiyê nayê dayîn jî careke din hat rojevê û di  28ê Tebaxê de jî ev mijar ti Twiterê de bû mijara serekî.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di saxlamiyê de nebûna xizmetên bi Kurdî, piştî ku bi 5 zimanên biyanî xizmet li ser pergala Xizmetên Saxlemiya Tirkiyê hat zêdekirin û ragihandin; careke din bû rojeva serekî. Siyasetmedarên ji partiyên opozisyonê, saziyên sivîl û welatiyan bi daxuaynî û parvekirinên xwe yên li ser medya û medya civakî bertek nişan dan ku xizmetên ji bo biyaniyan tên dayîn, ji bo bi dehan milyon welatiyên Kurd nayên dayîn.

Rêvebirên Sendîqayên Kedkarên Saxlamiyê SES’ê balê dikşînin ku divê xizmetên saxlamiyê, bi zimanê zikamkî bên dayîn da ku encamên baş peyda bibin, lê li Tirkiyê ev mafê herî rewa ê Kurd û Kurdî jinedîtive tê  dîtin.

Hevserokê Sendîqaya Xebatkarên Saxlemiyê ya Diyarbekirê Şiyar Guldîken ji K24ê re diyar kir: “Beriya Tirkan, yên ku li vî welatî dijîn, herî kên 25 milyon Kurd hene. Jiyana wan Kurdî ye, dîtina wan bi Kurdî ye, axaftina wan bi Kurdî ye, bazirganiya wan bi Kurdî ye û xewn û xeyalên wan bi Kurdî ye.  Lê ew nikarin ku bi zimanê bizanin ka dema diçin nexweşxanê bijîşk ji wan re ji nivîsandiye û ka halê çi ye û çi derman ji wan re nivîsandiye. E-Reçete çiye? E-reçete, bijîşk çi tetkidan kiriye û çi derman û tedawiyan daye wan tiştan nişan dide.”

Wezîrê Saxlamiya Tirkiyê Fahrattîn Koca, piştî ku ew bertek û nerazîbûn bûn rojeva serekî, bi daxuayanyekî bersiv da û ragihand ku wan wê xizmetê ji bo biyaniyan dabînkiriye û kesên ku welatiyên Tirkiyêne dikarin li ser e-develetê bi Tirkî xizmetên xwe werbigirin.

Welatiyên Kurd jî dibirsin gelo qedirê me bi qasî biyaniya jî nîne?

Suphan Serhedî dibêhe: “Dayika min 80 sal emrê wê ye û bi Tirkî nizane, ez ji mehê carekî diçime Mûşê da ku bi nexweşînên wê re eleqeder bibim. Em bibêjin ku dayika min bi tenê biçe nexweşxanê gelo navê ku bi zimanê xwe ji nexweşîn û çareseriyên xwe fêm bike? Wezîrê Saxlemîyê tiştekî wisa ragihandiye min jî xwend. 5 zman zêdekirine, lê Kurdî tune ye. Bi fikra min a şexsî tişteke gelek xelet e û divê Kurdî jî hebe. Gelo qedra me bi qasî, Rusan, Ereban û yên din di welatê me de tune ye? Çimkî emin yên ku ji vî welatî ne û xwediyê vî welatî ne.”

Miheme Unal diyar dike: “5 ziman hene, lê zimanê Kurdî tune ye. Eviya neheqîye û zilm e. Dayika min bi Kurdî nizane, dayika niha ji bo zimet bistîne, divê çi bike, bi telefonê randewu bistîne. Lê ka dayika nizane bi Tirkî qise bike û jê fam jî nake. Dayika min tenê wisa nîne, gişt dayîk wisanin û divê zimanê Kurdî jî li her ciyekî serbest be.”

Li Tirkiyê ji bilî Kurdî dema ku xizmet tên xwestin, ew li ber çav tên girtin û ew daxwaz û maf tên dabînkirin. Lê dema ku ew xizmet tên dabînkirin, zimanê 25-30 milyon Kurdên ku welatiyên vî welatî ne, din av de cîh nagire û ew jî din av civakê de, ji aliyê saziyên sivîl û siyasetmedaran ve, bi bertek û nerazîbûnan her care di mijareke din de xuay dibe û derdikeve pêş. Daxwazî ew e ku helbet li Tirkiyê zimanê Kurdî di her qadî de bi azadî bê bikaranîn û bi taybet jî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê jî.