Balyoza Amerîka ji K24ê re: Cezakirina tawanbarên cengê di Yasaya Iraqê de nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyoza Amerîkayê bo Dadperwerî û Tawanên Navdewletî derbarê tawanên DAIŞê li dijî Êzidiyan de ji K24ê re ragihand, “Cezakirina jenosîda li dijî mirovatiyê û hemû cezayên tawanên cengê, di Yasaya Cezayê ya Iraqê de nîne.”

Balyoza Amerîkayê bo Dadperwerî û Tawanên Navdewletî Beth Van Schaack ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê roleke wê ya girîng di vegera Êzîdiyan û penaberên din bo warên xwe û cîbicîkirina yasaya rizgarbûyên Êzîdiyan de heye.

Beth Van Schaack amaje bi wê yekê jî kir, piraniya tawanên DAIŞê hovane ne û got: “Cezakirina jenosîda li dijî mirovahîyê yan ti cezayeke taybet bi tawanên cengê, di  Yasaya Cezayê ya Îraqî de nîne, lewra piraniya dosayên tawanan bi awayekî giştî wan tenê wek tawanên terorîstî dizane.”

Balyoza Amerîkayê bo Dadperwerî û Tawanên Navdewletî got: “UNITAD ku komîteya sereke ya Netewên Yekgirtî ji bo piştevaniya dadweriya tawanan li Iraqê ye, tenê kariye zanyariyan li ser tawanên cengê û dozên jenosîdê pêşkêşî Komîsyona Tawanên Şer li Dijî Mirovahiyê û Jenosîdê bike.”

Herwiha got: “UNITAD nekariye di pratîkê de di hemî dozên terorîst de alîkar be.”

Beth Van Schaack di wê baweriyê de ye, ji bo Iraqê girîng e ku yasayên berfirehtir li ser tawanên li dijî mirovahiyê, tawanên şer û jenosîdê aktîv bike, da ku ev ceza bên sepandin û UNITAD jî bikare bi riya zanyarî û belgeyên ku berhev kirine, piştgirî bide van cezayan. Ev yek jî piştrastiyê dide ku hemû tawanên ku endamên DAIŞê pê tên tawanbarkirin, di dadgehên xwecihî de bên cezakirin.