Şanda Parlamentoya Kanadayê serdana Saziya Kurdistan24ê kir
Hewlêr (K24) – Şandeke Parlamentoya Kanadayê serdana Saziya Kurdistan24ê kir û serokê şandê û Serokê Komeleya Kurdî yê li Parlamentoya Kanadayê Tom Kmiec ragihand, Herêma Kurdistanê ji aliyê aramî û parastinê wek navçeyên Kanadayê ye.
Tom Kmiec diyar kir, yekbûna partiyên Kurdistanê ji bo xelkê û siberoja Herêmê û saziyên demokratîk, gelek girîng e.
Kmiec ragihand, her çi di şiyana wan de be dikin, da ku awareyên Êzidîs vegerin navçeyên xwe.
Herwiha got: “Gelek kêfxweş im ku bi serokatiya şandeke Parlamentoya Kanadayê û nûnertiya hemû partiyan, min serdana Herêma Kurdistanê kir.”
Hêzên Kanadayê li Iraq û Herêma Kurdistanê 400 serbaz û rahêner bûn, ji ber belavbûna vîrusa Koronayê û rawestana yekeyên rahênanê yên Kanadayê, beşa mezin a serbazên wan jî vekişiyan û tenê 100 serbaz di çarçoveya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hiştine.