Karvedanên qedexekirina vexwarina alkolê li cihên giştî yên Stenbolê

Piştî biryara astengkirina vexwarina alkolê li nav seyrangeh û parkên li ber qeraxên deryayê li Stenbolê ji hêla parêzgariya vî bajarî hat dayîn, li nav civaka vî welatî bertekên cuda bilind bûn.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Piştî biryara astengkirina vexwarina alkolê li nav seyrangeh û parkên li ber qeraxên deryayê li Stenbolê ji hêla parêzgariya vî bajarî hat dayîn, li nav civaka vî welatî bertekên cuda bilind bûn. Hin niştecîhên bajêr biryarê rast dibînin, lê hin kes jî vê biryarê wek li dijî azadî dibînin. Li gor hiqûqnasan jî erka parêzgarek nîn e ku biryarek bi vî awayî bide tenê parlamentoya li vî welatî bi yasayek dikare hin maf û azadiyan sînordar bike.

Biryara parêzgariya Stenbolê ku banga astengkirina vexwarina alkolê li nav seyrangeh, park û qeraxên deryayê li bajêr dike li nav civaka li vî welatî bû sedema reaksiyonên mezin.

Welatiyekî ji K24ê re diyar kir: “Divê li park û cihên malbat ligel zarokan rûdinên alkol neyên vexwarin. Çimkî pê serxweş dibin û zirarê didin derûdor. Loma ez piştgiriya vê biryarê dikim.”

Welatiyekî din jî dibêje: “Ev biryara projeya fîkreke domdirêj e. Di ser vê biryarê re hewla cîbicîkirina jiyaneke yekalî li xelkê didin ferzkirin. Biryareke xelet û çewt e.”

Herwiha welatiyek jî dibêje: “Gelek mirov hene pir vedixwin dîn û har dibin xwişk û birayên me pê aciz dibin. Xweş biryar e lê divê sînordarkirî be, li dûrî cîhê rûniştina malbat û zarokan bo vexwarinê li hin deveran serbestî jî hebe.”

Mafnas û parêzer amaje dikin vexwarina alkol ne sûc e, erka parêzgarek nîn e ku biryareke wiha li xelkê bide ferzkirin encaq bi yasayek maf û azadî dibe ku bê sînordarkirin lê ev raye jî di destê parlamentoyê de ye.

Hiqûqnas Veysel Ok ji K24ê re ragihand: “Parêzgarî bi vê biryarê xwe wek di asta yasasaziyê de nîşan dide û hewla binpêkirina mafekê dide. Biryar ne hiqûqî ye ne yasayî ye. Eger kesek alkol vexwe û polês ciza bide jî hikma vê tune. Çimkî ev biryara ne yasayî ji hêla dadgehan ve dê neyê pejirandin û bo betalkirinê her kesek dikare serî li dadgehê bide.”

Piştî bertekên zêde li nav raya giştî û li ser sosyal medyayê zêdetir bûn ji beşa ragihandina parêzgariya Stenbolê hat daxuyakirin ev biryar tenê ji bo kesên piştî vexwarina alkolê zirarê didin derûdora xwe hatiye dayîn. Ji bo wan kesan jî 617 lîreyê Tirkiyê cezaya pereyê dê bê birrîn.