Serokomarê Iraqê ji bo aramkirina aloziyên li Kerkûkê daxwaza diyaloga avaker dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd daxwaza diyaloga avaker ji bo aramkirina aloziyên li Kerkûkê û parastina destkeftên gelên Iraqê ji hemû pêkhateyan kir.

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd di daxuyaniyekê de ragihand, “Em tekezî li ser bihêzkirina aştiyê li seranserê Iraqê dikin. Em bang li aliyên nakok ên Kerkûkê dikin ku berê xwe ne hêzê û berjewendiyên gel û aramiya Iraqê di ser hemû berjewendiyan re deynin.”

Letîf Reşîd got: “Em tekezî li ser pêwîstiya diyaloga avaker ji bo aramkirina rewşê û parastina destkeftên gelê Iraqê dikin.”

Herwiha Serokomarê Iraqê got: “Kerkûk sembola biratiya Iraqê ye û em rê nadin ku ew wêne were têkdan.”

Letîf Reşîd daxwaz ji hikûmet û hêzên ewlehiyê yên Iraqê kir ku ji bo kontrolkirina rewşa bajêr, bi awayekî cidî destêwerdanê bikin.”

Piştî ku alîgirên Heşdî Şeibî li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji roja 28.08.2023an ve rêya Kerkûk-Hewlêrê girtine, welatiyên Kurd ên Kerkûkê îro Şemiyê 2ê Îlonê nerazîbûna xwe di xwepêşandanekê de nîşan didin û daxwaza vekirina rê kirin.

Berdevkê Polîsa Kerkûkê Amer Şiwanî ji K24ê re ragihand, di xwepêşandana welatiyên Kurd ên Kerkûkê de ku daxwaza vekirina rêya Kerkûk – Hewlêrê kiribûn, kesek şehîd bûye û 5 kesên din jî birîndar bûne.