Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê rewşa Kerkûkê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di pêwendiyeke telefonî de pêşhatên dawî yên rewşa ewlehiya Kerkûkê gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e tedbîrên bilez ji bo parastina ewlehî û aramiyê li Kerkûkê bên girtin û rê li her hewlek ji bo têkdana pêkvejiyan û ewlehiya bajar û welatiyan bê girtin.

Herwiha tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e hêzên ewlehiyê bê cudahî, ewlehî û aramiya hemû pêkhateyên Kerkûkê biparêzin û rê li ber derketina aloziyên zêdetir li bajêr bigirin.

Serokê Herêmê û Serokwezîrê Iraqê herwiha tekezî li ser vekirina lêkolîneke bilez li ser bûyera teqekirina xwepêşanderan kirin, ku bûye sedema şehîdbûna xortekî û birîndarbûna çend kesên din.