Li ser rasperdeya Serok Barzanî, serederiya şehîdan bi şehîdên Kerkûkê re tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, li ser rasperdeya Serok Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ferman da Wezareta Şehîdan û Enfakiriyan ku serederiya şehîdan bi şehîdên bûyerên duhî yên Kerkûkê were kirin.

Piştî 5 rojan ku alîgirên Heşdî Şeibî û hin Ereb û Tirkmenan rêya sereke ya Kerkûk – Hewlêrê girtin û astengî li pêşiya welatiyên Kerkûkê çêkirin û sivikatî li ala û sembolên Herêma Kurdistanê kirin, Kurdên Kerkûkê derketin xwepêşandanê û daxwaza vekirina rêya Hewlêr – Kerkûkê û parastina rûmeta Kurdistanê kirin, di encamê de jê hêzên ewlehiyê teqe li xwsepêşanderan kirin û 4 kes şehîd bûn û 14 kes jî birîndar bûn.