94 malbatên çekdarên DAIŞê ji kampa Holê hatin derxistin

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi navbênkariya eşîrên Ereban, 94 malbatên çekdarên DAIŞê yên ji Reqayê, ji kampa Holê ya li Hesekê hatin derxistin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, 94 malbatên çekdarên DAIŞê bi destpêşxeriya Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser û bi hevahengiya ligel şêx û rûsipiên eşîrên Reqayê ji kampa Holê hatin derxistin.

Ev gava derxistina malbatan ji kampa Holê, di çarçoveya xebatên Rêveberiya Xweser a valakirina kampa Holê de tên.

Rêvebiriya Xweser çendîn car in dibêje ku rewşa kampa Holê pêwîstiya wê bi destêwerdaneke navdewletî ye û divê welatên cihanê welatiyên xwe ji kampê vegerînin welatên xwe.

Roja 29ê Tebaxa borî jî, Komara Kirgizîstanê 31 jin û 64 zarokên welatiyên xwe yên ku li kampên Roj û Holê yên Rojavayê Kurdistanê ne, vegerandibûn.

Kampa Holê dikeve başûrê bajarokê Holê yê ser bi parêzgeha Hesekê û dora 56 hezar kes ji zêdetir ji 60 welatan li dimînin, piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.