Rewangeh: 4 endamên asayişê li gundekî Minbicê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn “asayîş” di êrîşeke çekdarî de li gundekî Minbicê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, grûpeke çekdarên nenas şeva borî êrîşî dewriyeke asayişê li gundê Hîmer Labada yê li gundewarê Minbicê kir û piştre reviya.

Da zanîn, di encama êrîşê de 4 endamên asayîşê ku di nav wan de rêveberek hebû, hatin kuştin.

Li xetên pêwendiyê yên di navbera herêmên di bin kontrola çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ku Tirkiye piştevaniya wan dike û herêmên di bin kontrola Encûmena Leşkerî ya Minbicê de, gelek caran şer û pevçûn derdikevin.

Duhî jî Encûmena Leşkerî ya Minbicê ragihandibû ku di nava 4 rojên borî de, 26 çekdarên opozîsyona Sûriyê di êrîşên wan de hatine kuştin û 21 çekdar jî birîndar bûne.