Zirar Ehmed: Projeya ava Akrê dê kêmtir ji sal û nîvekî temam bibe

Piştî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo qezaya Akrê, biryar hat dayîn ku projeya ava Akrê dubare dest pê bike, Rêveberê Giştî yê Ava Akrê dibêje, ev proje dê kêmtir ji sal û nîvekî temam bibe.
Rêveberê Giştî yê Ava Akrê Zirar Ehmed
Rêveberê Giştî yê Ava Akrê Zirar Ehmed

Hewlêr (K24) – Piştî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo qezaya Akrê, biryar hat dayîn ku projeya ava Akrê dubare dest pê bike, Rêveberê Giştî yê Ava Akrê dibêje, ev proje dê kêmtir ji sal û nîvekî temam bibe.

Îro Çarşemê 6ê Îlona 2023an, Rêveberê Giştî yê Ava Akrê Zirar Ehmed ji Kurdistan24ê re ragihand, projeya ava Akrê yek ji projeyên herî girîng e û bi temamkirina wê dê xizmeteke mezin li deverê bike û sûda wê ji bo çendîn warên cûrbicûr hebe.

Zirar Ehmed destnîşan kir, piştî serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo deverê, lijneyek li ser asta Encûmena Wezîran û ligel Wezareta Bajarvanî û Geştûguzariyê û Rêveberiya Avê ji bo temamkirina projeyê hat pêkanîn.

Ehmed diyar kir, piştî pêkanîna lijneyê raportek hat amadekirin û bo Serokatiya Encûmena Wezîran hat pêşkêşkirin û piştre ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hemû astengiyên lojîstîk û hunerî û maddî yên li ber projeyê hatin çareserkirin.

Herwiha tekez kir, niha bi awayekî serkeftî dest bi karên projeyê hatiye kirin û pêngavên dahatî yên ji bo projeyê dê bêhtir erênî bin û temambûna wê jî, ku dema kêmtir ji 14 mehan jê re hatiye diyarkirin, xizmeteke mezin dê li welatiyan bike.

Roja Duşemê 4ê Îlona 2023an, Wezîrê Bajarvanî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî, tevî Rêveberê Giştî yê Av û Avrê Arî Ehmed û Rêveberê Giştî yê Plandanîn û Lipeyçûnê Nizar Temer, bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûn û lipeyçûna pêngavên destpêkirin û bilezkirina di temamkirina projeya ava Akrê de, serdana qezaya Akrê kirin.