Warşîn Mayî: 197 gundên Amêdiyê ji ber hebûna PKKê vala bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Qeymeqamê Amêdiyê ji K24ê re ragihand, ji ber hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 197 gundên sînorên Amêdiyê vala bûne.

Qeymeqamê Amêdiyê Warşîn Mayî got: “Hebûna çekdarên PKKê, bûne sedem ku gundên Amêdiyê neyin avedankirin, proje neyin cibicîkirin û xizmetguzariyên pêwîst ji gundiyan re neyin pêşkêşkirin, ji ber wê jî koçberiyek ji gundan ber bajarên sereke ve rû daye.”

Lê Warşîn Mayî got jî: “Tevî vê yekê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî hewlên xwe ji bo gihandina xizmetguzariyan û cîbicîkirina pirojeyên curbicur di nav sînorên Amêdiyê de dide.”

Da zanîn jî, di demeke nêzîk de dê kevirê bingehîn ê projeya seyrangeha Sulaf were danîn, ku ji hotêl, melavangeh û lîstikên avê û qadên kesk pêk tê ku dê li ser qadeke 64 hezar metreçargoşe bê bicihkirin.

Herwiha diyar kir, nexweşxaneyek ku ji aliyê sektora taybet ve bi bihayê 7 milyon dolar hatiye avakirin, li nahiya Şêlazê tê vekirin, bi vekirina vê nexweşxaneyê jî, niştecihên wê navçeyê neçar namînin ku serdana nexweşxaneyên Duhokê û bajarên din bikin.

Ji ber hebûna çekdarên PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, artêşa Tirkiyê dem bi dem wan deveran bombebaran bike û ji bilî ziyanên canî û madî, ziyanên mezin gihîşte navçeyên çandinî û geştiyariyê.