Parêzgarê Hewlêrê bi fermî Hakimê Tennessee vexwand Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya serdana bo Amerîka de, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw li gel Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka Tirîfa Ezîz û şanda pê re, îro pêncşemê bi Hakimê Tennessee Bill Lee re civiya.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, Omêd Xoşnaw silavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihandin Hakimê Tennessee û wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew bi fermî vexwend ku serdana Hewlêra Paytext bike.

Li gorî daxuyaniyê, Hakimê Tennessee spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Parêzgarê Hewlêrê kir û kêfxweşiya xwe bi vexwandina fermî nîşan da û tekezî li wê kir, ewê di demek nêzîk de serdana Hewlêrê bike.

Di mijareke din a hevdîtinê de, tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de hat kirin û dawî pêşhatên Iraq û navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin. Di vê derbarê de jî, Parêzgarê Hewlêrê piştevaniya Amerîka bo Herêma Kurdistanê bilind nirxand û xweşhaliya xwe jî ji bo alîkarî û piştevaniya Amerîka bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de nîşan da û berdewamiya piştgîriya Amerîka ji Herêma Kurdistanê bo aramiya navçeyê, bi pêwîst zanî.