Partiyên siyasî di mijara destûreke nû de çi dibêjin?

Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê di rojeva partiyên siyasî de destûreke nû û hilbijartinên şaredariyê rojevên sereke ne.

Enqere (K24) - Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê di rojeva partiyên siyasî de destûreke nû û hilbijartinên şaredariyê rojevên sereke ne. Li gel partiyên sereke, partiyên ku bi lîsteyên deshilat û muxalefetê ketine parlementoya Tirkiyê de jî di van her du mijaran xwedî nêrînên cuda ne û xwe amade dikin ku bi navê xwe bikin hilbijartinên şaredariyê.

Di hilbijartinên 14ê Gulanê yên giştî de di nava lîsteyên tifaqa deshilt û muxalefetê de 8 partiyên biçûk ketibûn parlementoyê. Niha li pêşiya Tirkiyê di meha cotmehê de bi webûna parlementoyê mijara destûreke nû û adara 2024an de jî hilbijartina şaredariyê heye. Gelo ev partiyên biçûn ku niha di parlementoyê de cih digrin di mijara destûreke nû û hilbijartina şaredariyê de çi difikirin? Rayedarên Partiya Doza Azad HÛDA PARê ku di nava lîsteyên partiya dehilatdar Ak partiyê de ketibûn hilbijartinê dibêjin di mijara hilbijartina şaredariyê de ev amade ne û bo destûreke nû jî nêrîna wan zelal e.

Parlementerê HUDA PARê Şehzade Demîr ji K24ê re diyar kir: “Aniha em ku serbixwe bikevin hilbijartnên şaredariyê de em amade ne, temamî haziriyên me ev in ku em biserbixwe bikevinê de. Îtîfaq îro di rojeva me de nîne. Îro ehmû kar û xebatêm me ev e ku em bixwe bikevin hilbijartinê. Ku ev anayaseya nû bê sazkirin div ê anayaseyê de hem heq û hiqûqê kurdan hem yên tirkan me yên erab lazan û çerkezan misliman û nemisliman çiqas insanên li Tirkiyê dijîn lazime hemû heq û hiqûqê xwe div ê makezagonê de bibine. Daxwaza me ev e û temelê siyaseta me de jî eve.

Parlementerên partiya DEVA ku ev jî di nava lîsteyên CHPê de ketibûn hilbijartinê diyar dikin ku di her du mijaran de deriye wan vekirî ye û ev ê her hevkariyekê binirxînin.

Parlementerê DEVA Îdrîs Şahîn ji K24ê re diyar kir: “Birêz Erdogan çi çaxê dikeve tengasiyê behsa destûreke sivîl û demokratik dike. Ev 12 sal in destûreke sivîl rojeva Ak Prtiyê de ye. Em ji serî de vê pêşniyaznameyê red nakin em ê naverokê binerin û ger baş be em ê jî piştgiriyê bidin. Ji bo hilbijartinên şaredariyê jî ji bo ku em hêza xwe bibinin em ê bi navê xwe bikin hilbijartinê. Tifaqeke berfireh di rojeva me de nîne lê ji bo hevkariyên herêmî deriye me vekirî ye.”

Li Tirkiyê di rewşa heyî de ji bilî partiya dehilatdar ak partî û MHP Partiya Çepa Kesk YSP, CHP û partiya Îyî dê bi tena serê xwe bikevin hilbijartinên şaredariyê yên adara 2024an.

Li gel HUDA PAR û partiya DEVAyê partiyên din yên wek partiya Pêşeroj, Sadet, Demokrat û Ji nû ve refahê jî ku bi lîsteyên Ak partî û CHPê ketibûn parlementoyê amaje dikin ku ew ê jî bi navê xwe bikevin hilbijatinên şaredariyê.