ENKS rewşa siyasî û rêxistinî di civîneke giştî de gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo civîna xwe ya giştî lidar dixe û Desteya Serokatiya ya nû hildibijêre.

Endamê Desteya Serokatiyê ya ENKSê Feysel Yûsif derbarê naveroka civînê de ji K24ê re ragihand, civîna îro, civîneke giştî ya ofîsên ENKSê ye û tê de rewşa siyasî û rêxistinî ya ENKSê tê gotûbêjkirin ku biryar e Desteya Serokatiyê jî were hilbijartin.

Da zanîn jî, di civînê de proseya siyasî ya Sûriyê bi giştî, biryarên navdewletî yên derbarê Sûriyê de û komîteya destûrê tên gotûbêjkirin, herwiha rewşa Rojavayê Kurdistanê û bûyerên li Dêrazorê jî dê bên nirxandin.

Feysel Yûsif destnîşan kir jî, rewşa rêxistinê û aktîvkirina ofîsên ENKSê li navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê jî, mijareke din a vê civînê dibe.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ku biryar bû di 24ê Mijdara 2022an de kongreya xwe ya çaremîn bi awayekî fîzîkî li bajarê Qamişlo lidar bixista, lê ji ber ku asayişa li Rojavayê Kurdistanê rê neda, ENKSê neçar ma di piştre bi riya “online” hin karên kongreyê bike.