Di salvegera 12ê Îlonê de hat xwestin ku Girtîgeha Diyarbekir bibe muzexane

Diyarbekir (K24) – Di salvegera Derbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê de, li Diyarbekirê ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan û Komeleya 78an ve daxuyaniyek bo çapemeniyê hat dayîn û hat amajekirin ku heta pirsa Kurdî çareser nebe li Tirkiyeyê metirsiya derbeyan jî bi dawî nabe.

43. Salvegera Derbeya Leşkerî ya 12ê Îlona 1980yê de li ber Girtîgeha Diyarbekir ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan û Komeleya 78an ve daxuyaniyeke hevpar hate dayîn. Di daxuyaniyê de Parlementerê CHPê yê Diyarbekir Sezgîn Tanrikulu û Parlementerên YSPê yên Diyarbekir jî amade bûn.

Beşdarên daxuyaniyê bîranînên xwe yên derbarê Girtîgeha Diyarbekir de jî parve kirin û bal hate kêşan ku ser dîwarên girtîgehê dinivîst ku”Bi tirkî biaxife, gelek biaxife” û kesên bi kurdî kurdî biaxifiyan jî rastî tundiyê dihatin.

 Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku heta li Tirkiyeyê pirsa kurdî çareser nebe dê metirsiya rûdana derbeyan jî berdewam be.

Her wiha di daxuyaniyê de bang hate kirin ku ji ber ku tê de êşkenceyên giran li kurdan hatine kirin divê Girtîgeha Diyarbekir bibe Muzexaneya Mafên Mirovan a bîra mirovahiyê.