Nêçîrvan Barzanî: Mesrûr Barzanî derbarê mûçeyan de herdem ligel Sûdanî li ser xetê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her bi Serokwezîrê Iraqê re li ser xetê ye. Herwiha got: “Di demek nêzîk de, şandek pilebilind bi serokatiya Serokwezîr dê serdana Bexdayê bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê di konferanseke rojnamevanî de derbarê hewlên berpirsên Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka neşandina mafên darayî yê Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Federal ve got: “Me hemûyan ji bo çareserkirina pirsgirêkê hewl daye. Serokwezîrê me bi berdewamî ligel Serokwezîrê Iraqê li ser xetê ye. Ez jî her tim li ser xetê me.”

​Serokê Herêma Kurdistanê got: “Pêwîst e mijara mûçe bi ti mijareke din re neyê tevlihevkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên li pêş yasaya bûdceyê bicih anîne û bi şefafiyet jî reftar li gel Bexdayê kiriye. Em çaverê dikin ku Bexda jî bi heman awayî li hember Herêma Kurdistanê reftarê bike.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Pirsgirêka mûçe ne mijareke ku were gotûbêjkirin, ew mafê gelê Herêma Kurdistanê ye. Weke beşek ji welatiyên Iraqê, divê Hikûmeta Federal di zûtirîn dem de pirsa mûçeyên Herêma Kurdistanê çareser bike. Ji bo vê mebestê em li ser xetê ne û di demek nêzîk de şandeke bilind bi serokatiya Serokwezîr, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî dê serdana Bexdayê bike. Em hêvîdar in ku ev pirs û pirsgirêkên din bi hevtêgihîştina ligel Bexdayê bên çareserkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Pirsgirêkên me bi Hikûmeta Ferderal re, ne tenê pirsa mûçe ye. Pirsa madeya 140 heye ku ji bo me pir girîng e. Pirsa rêkeftina Şengalê heye ku ji bo me pir girîng e û divê were çareserkirin.Ya herî girîng ew e, sîstema Iraqê, federal e yan navendî ye? Ew serederiya ku niha bi Herêma Kurdistanê re tê kirin, serederiyeke ne federalî ye. Em hêvîdar in bi hevkariya Bexdayê li ser sîstema federaliya Iraqê bigihin têgihiştineke hevbeş.”