Desthilatên Tirkiyê 550 penaberên Sûrî dersînor dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatên Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de zêdetirî 500 penaberên Sûriyê dersînor kirin.

Li gor malpera “North Press”, desthilata Tirkiyê duhî Çarşemê 13ê Îlonê, zêdetirî 80 penaberên Sûrî di deriyê Girê Sipî re û 420 penaber di deriyê Bab El-Hewa re ji nava xaka xwe dersînor kirin û radestî grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyê ve kirin.

Li gorî zanyariyan, proseya dersînorkirinê piştî wergirtina hemû belge û pencemorên tiliyên penaberên hat kirin, ji bo nikaribin careke din vegerin.

Demek e hikûmeta Tirkiyê rojane hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Sipî. Çalakvanên Sûrî jî dibêjin, proseya vegerandina penaberan bi darê zorê tê kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkê xwe li hember vê rewşê rabin.

Li gorî zanyariyan, ji destpêka vê meha Îlonê ve, desthilatên Tirkiyê zêdetir ji 5500 penaberên Sûrî di deriyên Girê Sipî, Bab El-Selame û Bab El-Hawa re dersînor kirine.

Vegerandina penaberên Sûrî bo navçeyên di bin kontrola hêzên Tirkiyê û opozîsyona Sûriyê de, piştî wê yekê tê, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan pêştir ragihandibû, ew ê zêdetir ji milyonek penaberên Sûrî bo navçeyên ku di bin kontrola arteşa Tirkiyê de ne vegerînin.