Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî gihîşt Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 14ê Îlona 2023an gihîşt Bexdayê.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêk tê.

Peyamnêrê me da zanîn jî, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê ji demjimêr 11.00’an ve bi berpirs, serkirde û aliyên siyasî yên Iraqê re dest bi hevdîtinan bike.

Herwiha got: “Şanda pilebilind a bi serokatiya Mesrûr Barzanî dê di destpêkê de, ligel Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Iraqê bicive.

Destnîşan kir jî, şande herwiha dê bi serkirde û aliyên siyasî yên Iraqê re, ji nava wan Nûrî Malikî, Hadî El-Amirî, Ammar El-Hekîm û Heyder Ebadî re bicive.

Peyamnêrê me da zanîn, şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze bi saziyên fermî yên Iraqê û aliyên siyasî re li ser mafên darayî yên Herêma Kurdistanê yên ku di yasaya bûdceyê de hatiye bicihkirin lê ji bo Herêma Kurdistanê nehatine şandin, gotûbêjan bike.

Diyar kir jî, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê wek karmendên parêzgehên din ên Iraqê di dema xwe de werbigirin. Herwiha dixwaz dike mûçeyê fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji mijarên din ên siyasî bê cudakirin.