Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Iraqê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Iraqê re civiya.

Peyamnêrê K24ê got, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Peyamnêrê me da zanîn, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî civîna bi Sûdanî re, dê li Koşka Selam bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û piştre bi Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî re bicive.

Şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî civîna bi her sê serokatiyên Iraqê re, dê ligel aliyên siyasî yên Iraqê yên ku di Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de ne, bicive.

Peyamnêrê me da zanîn, şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze bi saziyên fermî yên Iraqê û aliyên siyasî re li ser mafên darayî yên Herêma Kurdistanê yên ku di yasaya bûdceyê de hatiye bicihkirin lê ji bo Herêma Kurdistanê nehatine şandin, gotûbêjan bike.

Diyar kir jî, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê wek karmendên parêzgehên din ên Iraqê di dema xwe de werbigirin. Herwiha dixwaz dike mûçeyê fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji mijarên din ên siyasî bê cudakirin.