Cemal Koçer: Aliyên siyasî yên Kurdistanê li Bexdayê yekhelwest in

Navena Nûçeyan (K24) – Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê tekez li ser wê yekê kir, ku tevî hebûna nakokiyan û cudabûna bîr û baweriyê li Herêma Kurdistanê, lê aliyên siyasî yên Kurdistanê li Bexdayê yekhelwest in. Got jî: “Serdana şanda hikûmetê bo Bexdayê, dê rê li ber çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de veke.”

Serokê Fraksiyona Yekgirtû û endamê Komîta Darayî û Aborî ya Parlamentoya Iraqê Cemal Koçar li ser serdana şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê ji K24ê re got: “Dengê hemû fraksiyonên Kurdistanî bi dengê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, yek ji armancên şandê ew e ku mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji bûdceya Herêma Kurdistanê bê cudakirin.”

Cemal Koçer di wê baweriyê de ye ku kêşeyên hilawîstî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de îro çareser nabin, “ji ber ku pirsgirêk pir mezin in û pirsgirêkek tune ye ku bi rûniştina bi hejmarek kesan re di nav 10 xulekan de were çareser kirin. Çar pirsgirêkên me yên mezin hene: Hinardekirina petrola Kurdistanê, lêçûnên veguhestinê, dahata deriyên sînorî û radestkirina dahata giştî ya Herêma Kurdistanê bo Hikûmeta Federal.”

Herwiha got: “Eger em aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser çend mijaran xwedî bîr û baweriyên cuda bin jî, lê li Bexdayê me yek pirs heye û qewareke me heye ku me hemûyan li hev kom dike. Nakokiyên me yên li Herêma Kurdistanê nayin Bexdayê û me xwest bi pêşwazîkirina şanda Herêma Kurdistanê wê wêneyê nîşan bidin.”

Îro pêncşemê şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û endametiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed û Berdevkê Hikûmetê Pêşewa Hewramanî gihîşte Bexdayê.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê jî da zanîn, şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze bi saziyên fermî yên Iraqê û aliyên siyasî re li ser mafên darayî yên Herêma Kurdistanê yên ku di yasaya bûdceyê de hatiye bicihkirin lê ji bo Herêma Kurdistanê nehatine şandin, gotûbêjan bike.