Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Min ji hemû aliyên siyasî daxwaz kir piştevanên mafên xelkê Herêma Kurdistanê bin

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser naveroka civînên ligel beşek ji serkirdeyên aliyên siyasî yên Iraqê ragihand, min daxwaz kir hemû aliyên siyasî yên Iraqê piştevanên mafên xelkê Herêma Kurdistanê û mûçexurên Herêmê bin.

Roja Pêncşemê 14ê Îlona 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de li ser medyaya civakî ya Facebookê ragihand: “Di dirêjiya civînên me de ligel serkirdeyên aliyên siyasî yên Iraqê, birêzan Xemîs Xencer, Serokê Hevpeymaniya Siyade ya Iraqê, Eyad Ellawî, Serokê Hevpeymaniya Niştimanî û Heyder Ebadî, Serokê Hevpeymaniya Nesr, min daxwaz kir hemû aliyên siyasî yên Iraqê piştevanên mafên xelkê Herêma Kurdistanê û mûçexurên Herêmê bin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir, daxwaz kirine ku welatiyên Herêma Kurdistanê wek welatiyên din ên Iraqê, mafên wan werin dayîn û parastî bin û mafên xelkê Kurdistanê têkelî mijara siyasî neyê kirin û piştevanên rêkeftinan û çareserkirina kêşeyan bin.