Nûrî Malikî: Her du hikûmetên Herêm û Federal digihin çareseriyeke bingehîn

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî dibêje, ew geşbîn e bi civînên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û ew ê bigihin çareseriyeke bingehîn ji bo hemû kêşeyan.

Bexda (K24) – Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî dibêje, ew geşbîn e bi civînên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û ew ê bigihin çareseriyeke bingehîn ji bo hemû kêşeyan.

Îro Pêncşemê 14ê Îlona 2023an, Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Bexdayê ragihand, civîna şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ligel Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî bi dawî bû.

Nûrî Malikî piştî civîna ligel şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Iraqî sûdê ji serweta welatê xwe werdigrin, ez ne di wê baweriyê de me ku kêşeyeke wisa hebe ku çareseriya wê nepêkan be di navbera Herêm û Bexdayê de.

Malikî got ku ew geşbîn e bi civînên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û ew ê bigihin çareseriyeke bingehîn ji bo hemû kêşeyan.

Herwiha îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexayê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, roja yekşema bê, 17ê Îlona 2023an, civîna Encûmena Wezîran a Iraqê dê were encamdan û piraniya wan mijarên ku îro di civînan de ligel aliyên siyasî yên Iraqê gotûbêj kirin, di wê civînê de biryara dawî li ser wan dê were dayîn.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî geşbîniya xwe jî li hember encamên wan civînan nîşan da û tekezî li ser wê yekê kir ku serdana Bexdayê kirine, da ku berevaniyê li hemû mafên xelkê Herêma Kurdistanê li gor destûrê bikin û hemû heq û maên Herêma Kurdistanê desteber bikin.

Îro 14ê Îlona 2023an şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û endametiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêk tê, gihîşt Bexdayê.

Piştî gihiştina bo Bexdayê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê serdana ya bo Bexdayê de, li hejmara xwe ya tora civakî X (Twitter) nivîsî: “Ez îro li Bexdayê me ji bo ku bi Serokwezîr û serkirdeyên din ên Iraqê re, ji bo parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan, gotûbêjan bikim.”