Mesrûr Barzanî: Me ligel fraksiyonên Kurdistanî tekezî li girîngiya hevhelwestiya aliyên Kurdistanî kir

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîna ligel fraksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê de ragihand, me tekezî li hevhelwestiya aliyên Kurdistanî di dakokîkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê de kir.

Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Bexdayê Newres Ebdullah ragihand, şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî temambûna civîna wan a ligel Sekreterê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehlê Heq Qeys Xezelî, ligel serokên fraksiyonên Kurdistanî û endamên Kurd ên herdu lijneyên darayî û petrol û gazê civiya.

Îro Pêncşemê 14ê Îlona 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexayê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, roja yekşema bê, 17ê Îlona 2023an, civîna Encûmena Wezîran a Iraqê dê were encamdan û piraniya wan mijarên ku îro di civînan de ligel aliyên siyasî yên Iraqê gotûbêj kirin, di wê civînê de biryara dawî li ser wan dê were dayîn.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî geşbîniya xwe jî li hember encamên wan civînan nîşan da û tekezî li ser wê yekê kir ku serdana Bexdayê kirine, da ku berevaniyê li hemû mafên xelkê Herêma Kurdistanê li gor destûrê bikin û hemû heq û maên Herêma Kurdistanê desteber bikin.

Îro şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û endametiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêk tê, gihîşt Bexdayê.

Piştî gihiştina bo Bexdayê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê serdana ya bo Bexdayê de, li hejmara xwe ya tora civakî X (Twitter) nivîsî: “Ez îro li Bexdayê me ji bo ku bi Serokwezîr û serkirdeyên din ên Iraqê re, ji bo parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan, gotûbêjan bikim.”