Amerîka hişyariyê dide Koreya Bakur

Cîgira Berdvekê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Sabrina Singh ragihand, her aliyek çek bifiroşe Rûsyayê, ev dê bibe sedema dirêjkirina şerê bêhicet ê Rûsyayê yê li Ukraynayê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgira Berdvekê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Sabrina Singh ragihand, her aliyek çek bifiroşe Rûsyayê, ev dê bibe sedema dirêjkirina şerê bêhicet ê Rûsyayê yê li Ukraynayê û bêhtir kuştina xelkê sivîl. Herwiha diyar kir, bi tundî Koreya Bakur han didin ku peymana çekan ligel Rûsyayê encam nede.

Sabrina Singh diyar kir: “Tiştekî veşartî nîne ku Rûsya pir dixwaze çekên zêdetir bi dest bixe, bi taybetî fîşek û topavêj, her çiqas ji Koreya Bakur û Rûsyayê ti daxuyaniyeke fermî li ser peymana çekdan nehatiye belavkirin, lê belê em bi hûrgilî çavdêriya rewşê dikin, em bawer im her welatek piştvaniya şerê bêhincet ê Rûsyayê bike, tenê şer dirêj dike û dibe sedema zêdetir kuştina xelkê sivîl.”

Herwiha got: “Em bi tundî Koreya Bakur han didin ku rêkeftina çekan ligel Rûsyayê encam nede.”

Serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un ji bo civîna ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi trênê çûye Rûsyayê û li wê derê serdana beşek ji kargehên berhemanîna çekan kiriye ku ser bi Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ne.