Karvedanên serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Bexdayê di medyaya Erebî û cîhanî de

Hewlêr (K24) – Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û encamdana hevdîtin û civînên girîng ligel Serokwezîrê Iraqê û Serokomar û Serokê Parlamento û serokên hêzên siyasî yên Iraqê li ser mijarên budce û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û mijarên din ên navbera her du aliyan, li ser asta medyaya Erebî karvedan li pey xwe anî û bi girîngî li serdanê û encamên wan dinêrin.

Li ser asta medyaya Erebî û cîhanî, Peymangeha Washingtonê bo Rojhilata Navîn di raportekê de bal kişandiye ser serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Bexdayê û ragihandiye, Mesrûr Barzanî hêvîdar e ku di gotûbêjên ligel sê serokatiyên Iraqê de çareseriyek ji bo kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê bibîne.

Herwiha amade bi wê yekê jî kiriye ku di hevdîtina navbera Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de behsa wan dosyeyan hatiye kirin ku cihê nakokiya her du aliyan in, bi taybetî pirsa mafên darayî yên Herêma Kurdistanê.

Rojnameya El Yewm El Sabî ya Misrî bi girîngî li vê serdana Mesrûr Barzanî bo Bexdayê dinêre û nivîsandiye, di hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê de pêdagirî li baweriya navbera her du aliyan ji bo çareseriya hemû kêşeyan li gor destûr û yasayan hatiye kirin, herwiha dibêje; kêşeya Kerkûkê jî mijareke din a civînê bûye.

Sûdanî û Mesrûr Barzanî li ser çareseriya kêşeya yasayî û darayî yên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj encam dan, ev manşeta rojnameya Zeman a Iraqî ye û bi girîngî li serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Bexdayê dinêre û nivîsandiye, her du hikûmetan tekezî li ser dîtina çareseriyê ji bo kêşeyên yasayî û darayî yên navbera her du aliyan li gor yasa û destûrê kirine.

Malpera Bexdad Times a Iraqê bi girîngî behsa hevdîtina navbera Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dike û amaje bi wê yekê kiriye ku her du hikûmetên Federal û Herêmê, gotûbêjeke sift li ser çareserkirina bingehîn ji bo kêşeyên darayî û yasayî yên li hember heqên darayî yên Herêma Kurdistanê kirin.

Roja Pêncşemê şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û hejmarek wezîran gihîşte Bexdayê û hevdîtin û civînên girîng ligel sê serokatiyên Iraqê û serkirde û aliyên siyasî yên Iraqê encam da û tê çaverêkirin ku yekşema bê, Encûmena Wezîran a Iraqê biryar li ser şandina heqên darayî yên Herêma Kurdistanê bide.