Mehma Xelîl: Serdana Mesrûr Barzanî bo Bexdayê dîrokî bû

Endamê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Parlamentoya Iraqê serdana vê dema dawî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Bexdayê wek "pîroz" û "dîrokî" bi nav dike.

Hewlêr (K24) – Endamê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Parlamentoya Iraqê serdana vê dema dawî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Bexdayê wek "pîroz" û "dîrokî" bi nav dike û dibêje: “Sibe Encûmena Wezîran a Iraqê biryara dilxweşker li ser heqên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê der dike.”

Îro Şemiyê 16ê Îlona 2023an, Endamê Fraksiyona PDKê yê li Parlamentoya Iraqê ji K24ê re diyar kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû pabendiyên xwe di yasaya budceyê de cîbicî kirine û niha ti bihaneyek di destê hikûmeta Iraqê de ji bo neşandina heqên darayî yên Herêma Kurdistanê nemaye.

Mehma Xelîl serdana vê dema dawî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Bexdayê wek bi "pîroz" û "dîrokî" bi nav dike û destnîşan dike ku piştî serdanê fikr û ramanên rayedaran û parlamenterên aliyên siyasî yên li Iraqê li hember mafên destûrî û heqên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê guheriye û wek berê nîne.

Xelîl herwiha diyar dike, ji ber serdana şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Bexdayê, çaverê dike sibe yekşemê, 17ê Îlona 2023an, Encûmena Wezîran a Iraqê biryara dilxweşker li ser maf û heqên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê der bike.

Roja Pêncşemê 14ê Îlona 2023an, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û endametiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêk tê, gihîşt Bexdayê.

Piştî gihiştina bo Bexdayê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê serdana ya bo Bexdayê de, li hejmara xwe ya tora civakî X (Twitter) nivîsî: “Ez îro li Bexdayê me ji bo ku bi Serokwezîr û serkirdeyên din ên Iraqê re, ji bo parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan, gotûbêjan bikim.”