Zêdetir ji 200 Sûriyan di bahoza “Daniel” de li Lîbyayê bûne qurbanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama bahoza “Danial” a li bajarê Derne ya Lîbyayê daye û hilweşîna du bendavên wî bajarî, zêdetir ji 200 koçberên Sûrî canê xwe jidest dane yan winda ne.

Roja Yekşema borî 10ê Îlonê bahoza Deryaya Navîn “Daniel” bi ser rojhilatê Lîbyayê, bi taybetî bajarên Bîngazî, El-Beyda, El-Merc, Sose û Dernayê de hat û du bendavên bajêr hilweşiyan ku di encamê de, beşeke mezin ji bajêr di bin av û lehiyê de ma û zêdetir ji 11 hezar kesan canê xwe jidest dan.

Li gorî zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, zêdetir ji 110 Sûriyan di karesata bajarê Derneyê de canê xwe jidest dan û zêdetir ji 100 kesên din jî winda ne.

Diyar kir jî, piraniya Sûriyên ku li bajarê Derneyê bûne qurbanî, bi armanca çûna ber bi Ewropayê ve berê xwe dabûn wî bajarî.

Rewangehê bang li rêxistinên pêwendîdar kir ku bi hawara Sûriyên li Lîbyayê ve biçin û ji bo dîtina kesên windayî, alîkariyê pêşkêş bike.