Şandeke Tirkiyê ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Gotûbêjên Enqere û Bexdayê li ser destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê re berdewam in. Parlamenterekî Kurd li Bexdayê jî dibêje, biryar e di destpêka meha bê de şandeke hikûmeta Tirkiyê serdana Bexdayê bike.

Endama komîta Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê Sebah Subhî ji K24ê re ragihand, biryar e di destpêka meha bê de şandeke hikûmeta Tirkiyê serdana Bexdayê bike û li ser dubare destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya petrolê ya Tirkiye û Iraqê re, gotûbêj bike.

Derbarê şert û mercên Tirkiyê ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê de, Sebah Subhî got, Tirkiyê hinek nermî nîşan daye û tê payîn ku berî serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bo Iraqê, astengiyên li pêşiya vê pêvajoyê bên rakirin.

Ev di demekê de ye, Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar roja duhî 15ê Îlonê ragihand, pirsgirêkên teknîkî yên boriya petrolê ya di navbera Tirkiye û Iraqê de hatine çareserkirin û ew ji bo dubare hinardekirina petrolê amade ye.

Piştî biryara Dadgeha Navdewletî ya Hakemaniyê ya Parîsê di (25.03.2023) de, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê hat rawestandin.

Piştî çareserkirina pirsgirêkên teknîkî, Wezareta Petrolê ya Iraqê nameyek ji bo dubare destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji Tirkiyê re şand, lê Bexdayê heta niha jî li benda bersiva Enqerê ye û hinarderkirina petrolê dîsa dest pê nekiriye.