Li Qamişlo di êrişeke Tirkiyê de 2 endamên asayişê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Di êrîşa droneke Tirkyê de, 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) canê xwe jidest dan û 8 kes birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyekê de ragihand, droneke Tirkiyê otomobîlek li ser rêya Qamişlo – Amûde kir armanc û di encamê de 2 endamên asayîşê canê xwe jidest dan.

Li gorî di daxuyaniyê de hatiye gotin, dronekê welatiyên ku hewl didan birîndaran xilas bikin jî bombebaran kir û di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Ji destpêka 2023an ve, dronên Tirkiyê bi dehan caran navçeyên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di destê Rêveberiya Xweser de kirine armanc û bi dehan kes hatine kuştin û birîndarkirin.