Parêzgarê Duhokê: Aboriya Kurdistanê çiqas bihêztir be, projeyên xizmetguzarî jî dê zêdetir bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Duhokê tekez kir ku ew ê berdewam bin li ser pêşkêşkirina projeyên xizmetguzariyê û got: “Aboriya Kurdistanê her çiqas bihêz bibe, projeyên xizmetguzarî jî dê zêdetir bin.”

Parêzgarê Duhokê Elî Tatar îro Duşemê 18ê Îlonê kevirê bingehîn ê rêya gundê Hewriskê danî û di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Em ê berdewam bin li ser pêşkêşkirina projeyên xizmetguzariyê ji bo welatiyên xwe, her ku aboriya Herêma Kurdistanê bihêztir bibe, dê projeyên xizmetguzarî yên mezin bên pêşkêşkirin û cîbicîkirin.”

Piraniya şêniyê gundê Hawriskê Ermenî ne.  Parêzgarê Duhokê jî got: “Ermenî li Herêma Kurdistanê pêkhateyeke sereke ye, Kurd û Ermenî bi sedan salan e li vê herêmê bi hev re dijîn. Ji bo pêşkêşkirina projeyên xizmetguzariyê ji xwişk û birayên xwe yên Ermenî û hemû pêkhateyên parêzgeha Duhokê re, çi ji destê me bê emê bikin.”