Omêd Xoşnaw: 3 havîn in hişkesalî û ava malan ji pirsgirêkên îdareya Hewlêrê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê diyar kir ku guhertina keşûhewayê û bandor û encamên wê, mijareke gelek girîng e û got: Sê havîn in hişkesalî û ava malan yek ji pirsgirêkên îdareya Hewlêrê ye.

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw di konferanseke derbarê keşûhewa û ewlekariya xwarekê de li Hewlêrê got: “Guhertina keşûhewayê û bandor û encamên wê li ser asta cîhanî mijareke gelek girîng e û her kes li ser vê mijarê hevnêrîn in.”

Omêd Xoşnaw got jî: “Guhertina keşûhewa, asayîşa xwarek û kirîza avê mijarên giring in, sê havîn in hişkesalî û kêşeyên avê yek ji wan kêşeyan e ku rûbirûyê îdareya bajêr dibin.”

Got jî: “Rabûna lehîyan ne tenê bandorê li ava malan dike, belkû bandorê li hemû sektoran jî dike, Hikûmeta Herêma Kurdistanê stratejîyên xwe rêkxistîye ji bo encamên guharîna keşûhewayê li herêma Kurdistanê kêmtir be.”

Parêzgarê Hewlêrê da zanîn ku ji ber krîza darayî, pirsgirêkên stratejîk bi awayekî baş nehatine çareserkirin, tenê tedbîrên demkî hatine girtin.