Welatiyên Dêrezorê ji egera dubare derketina aloziyan ditirsin

Piştî kontrolkirina rewşa gundewarê Dêrezorê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve, welatiyên navçeyê hîn jî ditirsin ku, carek din alozî derkeve.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Piştî kontrolkirina rewşa gundewarê Dêrezorê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve, welatiyên navçeyê hîn jî ditirsin ku, carek din alozî derkeve. Xelkê gundewarê Dêrezorê dibêjin, di aloziyê de rewşa wan gelek zehmet bûbû, ji ber girtina rêyan û qedexeya hatî ragihandin, keresteyên xwarinê li navçeyên wan nema bûn.

Şerê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û çekdarên hejmareke êlan li Dêrezorê bandoreke mezin li jiyana xelkê kiribû.

Digel destpêkirina operasyonê ji aliyê HSDê ve, li gund û bajarokên rojhilatê Dêrezorê qedexeya giştî hatibû ragihandin. Niha tevî ku heta rêjeyekê jiyan asayî bûye lê xelkê  gundewarê Dêrezorê dibêjin hê jî tirs li cem wan heye ku careke din alozî geşbibe.

Welatiyê bi navê Cîhad Umer dibêje: “Piştî wan bûyerên dawî yên li navçeya me, jiyan li vir dikarî bibêjî miriye, xelk hê jî gelek ditirsin, girtina dikanan û firinan bandoreke mezin li xelkê kir, bi taybetî ji bo koçberan gelek zehmet bû.”

Welatiyê bi navê Ebid El Rehman Sewalî jî dibêje: “Ji ber şer xelk neçar bûn ku dikanên xwe bigrin û keresteyên xwe bibin malê, ev yek bû sedema kêmbûna keresteyên xwarinê li bazarê, dikan hemû girtî bûn û kes nedikarî derkeve, ew şer bandoreke mezin li jiyana xelkê kir.

Aloziya di navbera HSD û çekdaran de ji rojavayê dêrezorê heta bakurê rojhelatê wê bû. Di sînorê 115 gundan de bû.

Tevî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bidawîhatina operasiyonê ragihandiye, lê hê jî çekdar li hejmarek ji deveran êrîşî xalên HSDê dikin.

Xelkê gundewarê Dêrezorê Salî Ebdullah dibêje: “Di vê dema dawî de navçeya Şêtat rastî rewşeke ewlehiyê ya zehmet hat, tevahiya dezgeh û dikan hatin girtin û keresteyên xwarinê li vir neman. Xelk rastî rewşeke gelek xirab hatin, ewlehî li navçeyê nemabû û ji ber şer û girtina rê, bihayê gelek keresteyên xwarinê jî bilind bûn, rewş gelek zehmet bû birastî. Niha rewş heta astekê baştir sbûye piştî derbasbûna hêzên ewlehiyê.”

Li 27ê Tebaxê HSD serokê civata serbaziya Dêrezorê Ehmed El Xibêl bi hejmareke ji tometan desteser kiribû, alîgirên wê jî di rûyê HSDê de sekinîbûn, ew yek bû sedema çêbûna şer di navbera herdû aliyan de , di wê aloziyê de jî li gor daxwiyanya fermî ya hsd  29 çekdar hatin kuştin û 25 şervan  û 9 kesên sivîl jî canê xwe ji dest dabûn.