Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser êrîşa li Firokexaneya Erbetê daxuyanî da

Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser bûyera êrîşkirina ser Firokexaneya Erbetê ya li parêzgeha Silêmaniyê daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Dije Terora YNKê ligel çekdarên PKK/YPGê li wê firokexaneyê rahênan kirine.”

Hewlêr (K24) – Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser bûyera êrîşkirina ser Firokexaneya Erbetê ya li parêzgeha Silêmaniyê daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Dije Terora YNKê ligel çekdarên PKK/YPGê li wê firokexaneyê rahênan kirine.”

Îro Sêşemê 19ê Îlona 2023an, li ser êrîşa firokeya bêfirokevan a li Firokexaneya Erbetê ya li Silêmaniyê, Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand: “Tirkiyê ji her du hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê daxwaz dike, PKK û berdewamên wê wek rêxistina terorîstî binasin.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “PKKê çalakiyên xwe bi dirêjiya navçeyên bakurê wî welatî sift kirine û Tirkiye jî ji nêzîk ve çavdêriya liv û tevgerên wan ên di navbera Iraq û Sûriyê de dike.”

Herwiha Wezareta Derve ya Tirkiyê diyar dike, ji wan re xuya bûye ku "Grûpa Dije Terorê ya ser bi YNKê, ligel çekdarên PKK/YPG rahênan kirine".

Roja duşemê 18ê Îlona 2023an, Firokexaneya Erbetê ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê hat bombebarankirin û li gor amarên ku ji aliyê dezgehên Silêmaniyê ve hatin ragihandin, sê karmendên Dije Terora YNKê canê xwe ji dest dan û hejmarek kes jî birîndar bûn.