Apê Mûsa di 31emîn salvegera kuştina wî de li Diyarbekirê hat bibîranîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 31 sal bi ser kuştina rewşenbîr û rojnamgerê Kurd Mûsa Anter “Apê Mûsa” derbas dibin. Apê Mûsa îro li bajarê Diyarbekirê ji aliyê hejmarek rojnamger û siyasetmedar û nivîskaran ve hate bibîranîn.

Di dema bîranînê de Kurê wî Dîcle Anter gotarek pêşkêş kir û got, kuştina Apê Mûsa, kuştina kesekî ji rêzê nebû, lê kuştina keseyetekî hizrê bû. Lewma ev bûyer ne kuştina yek kesî ye, ev komkûjî ye.

Dîcel Anter diyar kir, her çende 31 sal berê pênûsa bavê wî hatibe şikandin jî, îro zarokên Kurdan penûsa wî li erdê nehiştine û li ser rêça wî berdewam in.

Parlamenterê Partiya Çep a Kesk Mehmet Kamaç jî da zanîn, kûjerên Kurdan nayên dadgehkirin û cezakirin û digel ku 31 sal bi ser kuştina Apê Mûsa derbas bûye, kûjerên wî nehatine eşkerekirin.

Berî 31 salan Apê Mûsa bi guleyekê ji aliyê hêzên tarî ve hat kuştin. Ji wê rojê û heta îro şopa wî berdewam dike û daxwaziya ku ew bûyer bê ronîkirin û kujerên wî bên cezakirin jî berdewam e.