Nûnerê Taybet ê Putin bo K24: Em hevxemê dostên xwe yên li Sûriyê ne

Moskow (K24) – Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Mikhail Bogdanov ji Kurdistan24ê re ragihand, ew hevxemên dostên xwe yên li Sûriyê ne û ew ji bo çareseriya kêşeyan amadeyê hevahengiyê ne.

Kurdistan24 li ser şer û pevçûnên çend hefteyên borî yên grûpên çekdar ên nêzîkî Tirkiyê û hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê û helwesta Moskowê li ser vê mijarê, pirsyar arasteyî Mikhail Bogdanov, Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin kir û wî jî ragihand, li Sûriyê Kurd û Ereb û neteweyên din dijîn, em hevxemên dostên xwe yên li Sûriyê ne û em ji bo çareseriya kêşeyan amadeyê hevahengiyê ne.

Mikhail Bogdanov diyar kir: “Em her dem hevxemê dostên xwe yên li Sûriyê ne û amadeyê hevahengiyê ne ji bo çareseriya kêşeyên civakî û aborî û hevkariya ji bo parastina asayîşa wî welatî.”

Bogdanov got: “Em ligel Sûriye û hevbeşên xwe li civîna Astanayê berdewam in di karkirina ji bo asayîkirina rewşa Sûriyê de, hêvîdar im gel û hikûmeta Sûriyê ji nerehetî û êşên xwe derbas bibin, her dem pêwendiyên me yên dostane û dîrokî yên bihêz ligel vî welatî hebû, Sûriye welatek wisa ye ku ji gelên cuda pêk hatiyeî her ji Ereb û Kurdan bigre, heta kemîne û mezhebên cuda cuda, lê belê ewqas ezmûn û jîriya van aliyan heye ku dikarin kêşeyên xwe çareser bikin.”