Beşar Esed ji bo peydakirina piştevaniyê ji bo dubare avakirina welatê xwe li Çînê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyê Beşar Esed piştî nêzîkî bîst salan, îro Pêncşemê gihîşte Çînê, di yekem seredana xwe ya fermî bo welatekî hevalbend de, ku ew hewil dide piştgirîyê ji bo dubare avakirina welatê xwe yê wêrankirî werbigire.

Serokatiya Sûriyê berî çend rojan ragihandibû ku li ser vexwandina fermî ya Serokê Çînê, Esed û xanima yekem dê roja pêncşemê serdana Çînê bikin.

Kenala “CCTV” weşana zindî ya dema gihîştina Esed bo bajarê Hangzhou veguhast, ku dê roja Şemiyê ligel hevtayê xwe yê Çînî Xi Jinping beşdarî vekirina Lîstikên Asyayî bibe.

Çîn sêyemîn welatê ne-erebî ye ku Esed di salên şerê li wî welatî de – ji sala 2011an ve – serdana wî kiriye, piştî Rûsya û Îranê. Ew her sê welatî hevalbendên herî nêzîk ên Şamê ne ku piştgirîya aborî û leşkerî pêşkêşî wê dikin û hevsengiya şer di berjewendiya wê de guhertine.

Herwiha Çînê di forumên navdewletî û Encûmena Asayişa Navdewletî de piştgiriyê dide Şamê, di şerê ji sala 2011an ve, gelek caran li kêleka Rûsyayê veto di berjewendiya rêjîma Sûriyê de bikar aniye.

Ev pêngava Esed jî di demekê de tê ku dorpêçkirina welatên rojava û Amerîka li ser rêjîma wî berdewam e, ta ku wî tevlî rêyên çareseriya siyasî bikin, bi taybet biryara Encûmena Asayişa Navdewletî di sala 2015an de, ku gerentiya veguhestina aştiyane ya desthilatê dike.

Li gorî çavdêrên siyasî, piştî 12 salan ji şerekî wêranker ku zêdetir ji nîv milyon kesan canê xwe ji dest dane, bi milyonan kes koçber û penaber bûne, û jêrxana welat wêran bûye, îro Şam ji bo qonaxa dubare avakirinê, daxwaza piştgiriya welatên hevpeyman dike.

Di daxuyaniyên berê de jî, Serokê Sûriyê Beşar Esed hêviya xwe anîbû ziman ku sazî û kompanyayên Çînî li Sûriyê veberhênan bikin.

Di Îlona 2017an de, rejîma Sûriyê Çîn, ligel Rûsya û Îranê, weke "hikûmetên dost" binav kir ku dê giringiyê bidin projeyên dubare avakirinê.