Partî û rêxistinên Kurdistanî ji bo tifaqeke netewî serdana hev dikin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Partî û rêxistinên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê di çarçoveya lêgerîna tifaqeke netewî bo hilbijartinên şaredariyan serdana hev dikin û di serdanan de nêrîna derdikeve pêş ew e ku divê êdî li Bakurê Kurdistanê di hilbijartinan de helwesteke neteweyî û yekgirtî derbikeve holê.

Xebatên partî û rêxistinên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên şaredariyan dest pê dikin û bi vê boneyê partî û rêxistin bo wergirtina nêrînan serdana hev dikin. Di vê çarçoveyê de HAKPARê serdana Partiya Welatparêzên Kurdistan kir, PDK Bakur serdana HAKPARê kir û Partiya Demokrata Kurd jî li ger rayedarên HAKPARê û Hereketa Azadî hevdîtinek pêk anî. Siyasetmedarên partiyên Kurdistanî balê dikêşin ku ew amade ne li ser xetek neteweyî û ji berjewendiyên şexsî dûr, di tifaqeke netewî de cih bigirin.

Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk ji K24ê re got: “Deriyê me ji hemû kesan ku li ser xeta neteweyî tevdigerin re vekiriye. Me navê xwe guhert û di rojên pêşiya me de civîna meclîsa partiya me heye û emê mijara tifaqan gotubêj bikin û emê biryara xwe ragihînin.”

Hilbijartinên şaredariyan de 31ê Adara 2024an de were li darxistin û siyasetmedarên Kurd dibêjin ji ber ku derfeta rêvebirina bajarên xwe dide kurdan hilbijartina şaredariyan girîng e û bo vê yekê jî divê têgihiştinek neteweyî di hilbijartinan de serbikeve.

Serokê Partiya Demokrat a Kurd Reşît Akici dibêje: “Hilbijartinên şaredariyan girîng in. Ji ber ku derfeta rêvebirina bajarên kurdan dide me. Ji bo vê yekê jî emê gelek xebatê bikin û biçin nava gel dakevin qadê, li gel welatiyan baxifin.”

Partiya Maf û Azadiyan, Partiya Demokrata Kurd û Hereketa Azadî biryar dane ku Tifaqa xwe ya hilbijartinên parlementoyê di hilbijartinên şaredariyan de jî bidomînin û dixwazin PDK Bakur û Partiya Welatparêzên Kurdistanê jî tevlî wê tifaqê bibin.