Sefîn Dizeyî û Brett McGurk li New Yorkê civiyan

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Koordînatorê Koşka Spî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Brett McGurk civiyan.

Hewlêr (K24) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Koordînatorê Koşka Spî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Brett McGurk civiyan.

Roja Pêncşemê 21ê Îlona 2023an, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser hesabê xwe yê Xê (Twittera berê) ragihand, di çarçoveya civînên komeleya giştî ya Neteweyên Yekgirtî de bi Koordînatorê Koşka Spî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Brett McGurk hevdîtin encam daye.

Sefîn Dizeyî diyar kir: “Me spasî û pêzanînên xwe ji bo piştevaniyên Amerîkayê bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hevkariyên wan ên berdewam ên ligel Bexdayê nîşan da.”

Herwiha di civînê de Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê Terîfe Ezîz jî amade bûye.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike di şanda bilind a Iraqê de ku beşdarî civînên xula 78emîn a komeleya giştî ya Neteweyên Yekgirtî dike, ku niha li New Yorkê birêve diçe.