Desthilatên Tirkiyê nêzîkî 600 penaberên Sûrî dersînor dike

Koçberên Sûrî
Koçberên Sûrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatên Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de nêzîkî 600 penaberên Sûriyê dersînor kirin.

Li gor malpera “North Press”, desthilata Tirkiyê duhî Şemiyê 23ê Îlonê, nêzîkî 200 penaberên Sûrî di deriyê Girê Sipî re û 590 penaber di deriyê Bab El-Hewa re ji nava xaka xwe dersînor kirin û radestî grûpên çekdaran ên girêdayî xwe ve kirin.

Li gorî zanyariyan, proseya dersînorkirinê piştî wergirtina hemû belge û pencemorên tiliyên penaberên hat kirin, ji bo nikaribin careke din vegerin.

Demek e hikûmeta Tirkiyê rojane hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Sipî.

Çalakvanên Sûrî jî dibêjin, proseya vegerandina penaberan bi darê zorê tê kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkê xwe li hember vê rewşê rabin.

Li gorî zanyariyan, ji destpêka vê meha Îlonê ve, desthilatên Tirkiyê zêdetir ji 11 hezar penaberên Sûrî di deriyên Girê Sipî, Bab El-Selame û Bab El-Hawa re dersînor kirine.