Serok Barzanî pêşwazî li Konsula Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 25ê Îlona 2023an, pêşwazî li Konsula Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê Rosy Cave kir.

Di hevdîtinê de ku Konsula Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê bi boneya bidawîhatina erkê wê û xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kiribû, xweşhaliya xwe ya ji bo karkirina li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Ji aliyê xwe ve jî, Serok Barzanî ji bilî destxweşiyê, hêviya serkeftinê di erkê nû de ji Rosy Cave re xwest.

Her du aliyan tekezî li ser dostanî û pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya de kirin.