Li rojhilatê Dêrazorê 64 kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di şer û pevçûnên di navbera HSD û çekdarên xwecihî yên ku ji herêmên milîsên Îranê derbasî rojhilatê Firatê bûne, 64 kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hejmarek ji çekdarên ser bi rêjîma Sûriyê ve ji rojavayê çemê Firatê, ji navçeyên di bin kontrola mîlîsên Îranê de derbasî gundewarê Zîban ê li rojhilatê Dêrazorê bûn û şer û pevçûn di navbera wan û HSDê de derket.

Bi destpêka êrîşê re şêxê eşîra El-Egêdat Şêx Îbrahîm El-Hefil peyameke dengî weşand û tê de destpêkirina şerê nû yê "artêşa eşîran" li hember HSDê ragihand.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, di şer û pevçûnan de 22 kes hatin kuştin: 18 çekdarên xwecihî, 3 ji HSDê û jinekê.

Her wiha 42 kes birîndar bûn: 4 sivîl bi topên rêjîmê, 26 çekdarên xwecihî û 12 endamên HSDê di şer û pevçûnên berdewam de.

Ji aliyê xwe ve, Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyekê ragihand, 2 komên çekdar ên girêdayî hêzên hikûmeta Şamê di bin topbarana hêzên rêjîmê de, derbasî navçeya Zîban a li rojhilatê Dêrazorê bûn.

Li gorî daxuyaniya HSDê, di encama şer û pevçûnan de hejmarek çekdar hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn. Di endama topbarana bêserûber ji aliyê hêzên rêjîmê ve jî, hejmarek sivîl birîndar bûn û ziyanên madî li malên wan bûn.

Ji dawiya meha borî ve, piştî girtina Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed El Xebîl yê bi navê “Ebû Xewla” tê naskirin ji aliyê HSDê ve, alozî û pevçûn li rojhilatê Dêrazorê di navbera HSD û çekdarên xwecihî de derdikevin.

HSDê pêştir jî di daxuyaniyekê de ragihand, “kesê bi navê Îbrahîm El-Hefil, serokê fitneyê ye û êdî ji aliyê hêzên wan ve tê xwestin, ji ber ku ew bûye sedema rijandina xwîna şervan û xelkê û li gorî fermanên aliyên derve serkêşiya hewldanên derxistina fitneyê dike.