PWK: Lêxwedîderketina îradeya referandûma serxwebûnê wazîfeyeke neteweyî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di şeşemîn salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de peyamek weşand.

Peyama PWKê wiha ye:

Lêxwedîderketina îradeya referandûma serxwebûnê û parastina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê wazîfeyeke neteweyî ye!

Di roja 25ê Îlona 2017an de, li bajarên ku bi Rêveberîya Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne (Hewlêr, Silêmanîye, Dihok û Helebçe) û li nevçeyên din yên Başûrê Kurdistanê, yên ku mijara madeya 140î ne, referandûma serxwebûnê bi awayekî meşrû û demokratîk li dar ket.

Gelê Başûrê Kurdistanê, teva hemû tehdît, zext, astengî, êrîş û planên qirêj yên derve û navxweyî jî bi cesaret, bi biryardarî û bi xwe bawerîyeke bi rûmet çûn ser sindoqan û ji %92.73 ji serxwebûnê re gotin ‘Erê’. Ev helwesta gelê me, herweha bi rêyên demokratîk îlankirina îradeyeke meşrû ya neteweyî bû.

Di şeşemîn salvegera referandûma serxwebûnê de, em hem referandûmê û hem jî encamên wê bi rêzdarî silav dikin û careke din îlan dikin ku em piştgirîyê li vê îradeya gelê xwe ya rewa û dîrokî dikin.

Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê, berhema ked, xebat û têkoşîna hemû şehîd û xebatkarên her çar perçeyên Kurdistanê ne; nimûne û nîşana îradeya xweîdarekirina gelê Kurdistanê ye. Em dibêjin lêxwedîderketina îradeya referandûma serxwebûnê û parastina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê wazîfeyeke neteweyî, niştimanî ya hemû kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê ye.

Eşkereye ku her êrîş, dijminatî û helwesteke eskerî, sîyasî û ragehandinî ya li dijî desthilatdarî û destkeftinên Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê ne di berjewendîyên gelê me de ye, ev xizmeta dijmin û xêrnexwazên gelê Kurdistanê dikin.

Em bangî hemû hêzên çekdarî û sîyasî; hemû dewletên cîhanê û yên herêmî dikin, da ku rêzê li desthilatdarî û selahîyeta meşrû ya Serokatî, Hikûmet, Parlamento û Hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê û li biryarên wan bigirin.

Hêvî û daxwaza me ji partîyên sîyasî û ji Serokatî, Hikûmet û Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ew e ku li îradeye Referandûma 25ê Îlona 2017an xwedî derkevin û bi tifaq û yekgirtineke netewî, niştimanî li hemû destkeftîyên heyî yên li Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin; hêza pêşmerge û hemû dezgehên heyî yên dewletbûnê bikin yek, pêşde bibin û dezgehên nû yên pêwîst ava bikin.

25.09.2023

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)