Tirkiye kuşrtina çekdarekî PKKê li gundên Silêmaniyê radigihîne

Mazlum Ozturk
Mazlum Ozturk

Navenda Nûçeyan (K24) – Li dorûbera gundên Silêmaniyê çekdarekî PKKê di operasyoneke taybet a Tirkiyê de hate kuştin.

Ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê “Anadolu” ragihand, Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyê (MÎT), li dorûbera gundên Silêmaniyê operasyoneke taybet li dijî PKKê kiriye û endamekî wê rêxistinê kuştiye.

Li gorî Anadolu, navê kesê hatiye kuştin Mazlum Ozturk e û dihat perwerdekirin da ku li nav sînorên Tirkiyê çalakiyên mezin bike.

Hate diyarkirin, Mazlum Ozturk di Tebaxa 2022an de ji Tirkiyê çûye Ewropayê û beşdarî gelek çalakiyên PKKê bûye. Di destpêka îsal de jî bûye çekdarê PKKê û li dorûbera gundên Silêmaniyê dihat perwerdekirin, ji bo li dijî hêzên ewlehiya Tirkiyê çalakiyên terorê bike.