Parêzgarê Neynewayê ji bo qurbaniyên bûyera Hemdaniyê heftiyek şîn ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Neynewayê Nicim Cibûrî ji ber bûyera şewata li qezaya Hemdaniyê hefteyek şîn li parêzgehê ragihand.

Ofîsa ragihandinê ya Parêzgarê Neynewayê di daxuyaniyekê de ragihand, Parêzgarê Neynewayê Nicim Cibûrî ji ber bûyera şewata li qezaya Hemdaniyê heftiyek şîn ragihand û pîrozbahiyên taybet bi boneya jidayikbûna Pêxember Mihemed (silavên Xwedê lê bin) bipaş xist.

Da zanîn jî: “Sibe roja pêncşemê 28ê Îlonê li hemû rêveberî û saziyên parêzgeha Neynewayê xuleke bêdeng tê rawestandin.

Li gorî daxuyaniyê, Parêzgarê Neynewayê hemû cihên îbadetê araste kirin ku ji bo hemû qurbaniyan dua bikin.

Şeva borî li qezaya Hemdaniye ya başûrê rojhilatê Mûsilê şewat di holeke şahiyan de derket,  li gorî Rêveberiya Tenduristiyê ya Neynewayê, 114 kesan canê xwe jidest dan û zêdetirî 150 kesên din jî birîndar bûne.