Operasyonên Hevbeş: Nêzîkî 500 çekdarên DAIŞê li Iraqê mane

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandariya Oerasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Xefacî radigihîne, nêzîkî 500 çekdarên DAIŞê li Iraqê mane.

Xefacî di daxuyaniyekê de ragihand, DAIŞ şiyanên xwe yên serbazî û biçekkirina çekdarên nû ji dest dane û li gorî zanyariyên hewalgirî, nêzîkî 500 çekdar li Iraqê mane.

Berdevkê Fermandariya Oerasyonên Hevbeş diyar kir jî, piraniya çekdarên DAIŞê li herêma geliyê Şay û geliyê Zeytûn yên Kerkûkê û çiyayê Hemrînê ne.

Xefacî da zanîn, operasyonên serbazî û êrîşên asmanî yên taybet jinavbirina şanên DAIŞê, serkeftinên ewlekarî yên mezin bidest xistine û gelek serkirdeyên diyar ên DAIŞê kuştine.

Pêştir jî, Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de ragihandibû, hejmara çekdarên DAIŞê li Iraqê ji 700 çekdarî derbas nabe.

Li gor amarên Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê, ji destpêka îsal ve zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê li Iraqê hatine kuştin.

DAIŞ wek paşmayeke El-Qaîde ye, bi serokatiya Ebûbekir Bexdadî di 10ê Hezîrana 2014an de Mûsil û çend deverên din Iraqê dagîr kir û ev yek weke şikestineke mezin ji bo artêş û hêzên Iraqê hat dîtin.

Piştî du salan ji dagîrkirina Mûsilê, roja 16ê Cotmeha 2016an bi beşdariya Pêşmerge û hêzên Iraqî û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kir, di 21ê Tîrmeha 2017a de jî, rizgarkirina Mûsilê hat ragihandin.