Dîlan Yeşilgoz li ser namzediya xwe ya ji bo posta Serokwezîrtiya Holandayê bersiva K24ê dide.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro civîna Wezîrên Navxwe û Koçberan ên Yekîtiya Ewropa li Brûkselê birêve diçe, her çend e Dîlan Yeşîlgoz Wezîra Ewlehî û Dadê yê Hollandayê, lê wek Nûnera Hollandayê ji bo şareserkirina qeyrana penaberan beşdarî civînê bû.

Wezîra Ewlehî û Dadê ya Hikûmeta Holandayê Dîlan Yeşilgoz bersiva pirsa peyamnêrê K24ê derbarê kandîdbûna wê ji bo postê Serokwezîrtiya nû ya Holendayê da û got: “Heta niha ne diyar e ku ew ê bibe serokwezîr an na, ji ber ku ew li benda hilbijartinên Hollandayê ye.”

Biryar e îsal di meha Mijdarê de hilbijartinên Hollandayê tên kirin, heta wê demê jî Mark Rutte di postê serokwezîr de dimîne.

Pêştir Mark Rutte ji peyamnêrê K24ê re gotibû, her çend e destnîşankirina kesekî ji bo postê serokwezîriyê girêdayî hilbijartinên îsal e, lê ew hêvî dike ku Dîlan Yeşilgoz bibe Serokwezîra nû ya Holandayê.

Mark Rutte got jî, Dîlan ji partiya wî ye û ji bo vê postê namzeda herî baş e, lê divê ew li benda hilbijartinan bimînin ji ber ku hilbijartin pêşbirkeke azadî ye û hemû namzed hewla serkeftinê didin.

Wezîra Ewlekarî û Dadê ya Hollandayê Dîlan Yeşîlgoz-Zegerîus ji aliyê Komîteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Gel a ji bo Demokrasî û Azadiyê (VVD) ku hevparê sereke yê hikûmetê ye û ji aliyê hemû rêxistinan ve bi yekdengî ji bo serokkomariyê hat diyarkirin. Eger partiya wê di hilbijartinê de bi ser bikeve, Yeşîlgoz dê bibe yekemîn serokwezîra jin a Hollandayê.

Dîlan Yeşîlgoz xelkê Bakurê Kurdistanê û bi eslê xwe ji bajarê Dêrsimê ye, ew di sala 1977an de li bajarê Enqere jidayîk bûye û di sala 1984an de ligel malbata xwe çûye Hollandayê. Dîlan Yeşîlgoz ji Adara 2017'an û vir ve endamê Partiya VVD'ê ye.