Esed: Rewşa jiyana gelê Sûriyê xerab e û şer jî bidawî nebûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyê Beşar Esed tekez dike ku rewşa jiyana xelkê Sûriyê niha nebaş e û destêwerdana derve di karûbarên Sûriyê de, rewş dijwartir kiriye.

Esed di hevpeyvînekê de ligel Televizyona Navendî ya Çînê (CCTV) derbarê rewşa niha ya Sûriyê de got: “Rewşa niha bêguman ne baş e û ez aşkere dibêjim: Rewş xirap e her ku diçe zêde dibe.”

Esed diyar kir: “Karîna gelê Sûriyê ku hertim têkiliyên wan yên asayî bi welatên curbicur ên cîhanê re hebû, dikare careke din vegere wek berê û pêwendiyên bazirganiyê, çandî, zanistî û di her warî de xurt bike û geşepêdan li welat çêbibe.” Herwiha got jî: “Lê ev yek nayê wateya ku em dikarin her tiştî bikin, ev jî yek ji armancên vê serdana me ye.”

Serokê Sûriyê got jî: “Piştgiriya welatên dostên Sûriyê girîng e, ne tenê ji bo alîkariyên mirovî, lê armanc ew e ku hemû derî li pêş gel bêne vekirin, ta ku bikare li ser lingên xwe bisekinin û welatê xwe ava bikin.”

Esed diyar kir ku şerê li ser Sûriyê bidawî nebûye û got: “Em niha di nava şer de ne û niha herêma me rûbirûyê şerekî ku du cure metirsiyan dihewîne dibe: Metirsiya lîberalîzma rojava ya nûjen a ji Amerîkayê derketiye û metirsiya tundrewiyê.”

Derbarê nêrîna wî ya li ser astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriya krîza Sûriyê de, Serokê Sûriyê tekez kir, “Ew astengî, destêwerdana derve ye. Eger em vê destêwerdana derve ji holê rakin, pirsgirêka Sûriyê ya ku aloz xuya dike, lê ne wisa ye, dikare di nava çend mehan de çareser dibe.”

Esed got: “Devera bakurê rojhilatê Sûriyê ku di jêr destê grûpên çekdar de ye, Amerîka bi xwe serperiştiya wê dike, pirsgirêk ne tenê dizî ye, pirsgirêk ew e ku Amerîka ligel grûpên çekdar qezencan dabeş dike. Pirsgirêka duyem jî, dewleteke mezin hevbeşiyê ligel grûpên çekdar dike, ev e rastiya li Sûriyê ye, ji ber vê yekê me petrol û genim ji dest daye.”